Sînorê Silêmaniyê hat bombebarankirin; Kuştî û birîndar hene

Îro piştî nîvro Çiyayê Asos li sînorê qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve hat bombebarankirin. Bi gotina Qaymeqamê Mawetê jî di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene.
02.12.2022, Cum - 12:00
Sînorê Silêmaniyê hat bombebarankirin; Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Rûdawê, Tirkiyê li Çiyayê Asosê yê Silêmaniyê êrişeke hewayî pêk anî.

Hat ragihandin ku di êrîşê de mirî û birîndar hene.

Qeymeqamê navçeya Mawat a Silêmaniyê Kamran Hesen jî diyar kir ku di êrîşê de hinek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û hinek jî birîndar bûne.

Kamran Hesen da zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane xelkê gundê Kamîsê ne. Hesen her wiha got, cihê bombebaranê li nêzîkî gundê Gelale bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:45:15