Şiwan Perwer: Ez piştgirîyê didim Serxwebuna Kurdistanê

Perwer, \"Gelê kurd bi sedan salan e li benda destkeftiyeke wiha ye. Çawa ji şêxekî ereban re her tişt meşru tê dîtin, lê ji kurdan re vî mafê rewa qebûl nakin? Dema ku mesele dibe kurd, gele kurd, ez fam nakim bê çima li hemberî vê derdikevin.\"
28.09.2017, Per - 09:17
Şiwan Perwer: Ez piştgirîyê didim Serxwebuna Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Stranbêjê kurd yê navdar Şivan Perwer beşdarî bernameya Erkan Tufan ya li ser internete bû û di derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê de hestên xwe anîn ziman.

Şivan Perwer ji bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman û got: \"Referandum bo me gelek watedar e. Gelê kurd bi sedan salan e li benda destkeftiyeke wiha ye. Çawa ji şêxekî ereban re her tişt meşru tê dîtin, lê ji kurdan re vî mafê rewa qebûl nakin? Dema ku mesele dibe kurd, gele kurd, ez fam nakim bê çima li hemberî vê derdikevin. Dev ji dewleteke serbixwe berdin, otonomiyeke çandî û kultûrî jî qebûl nakin. Ev biryar bi tenê ne biryara Mesud Barzanî ye. Ev biryar, biryara gelê kurd e û wekî hemû gelen mafê gelê kurd jî heye ku bi awayekî demokratik çarenûsa xwe tayîn bike. Lewra ez gelek bi kelecan im û piştgiriya vê helwestê dikim.\"

Perwer, di dema pêvajoya çareseriyê de li Amedê tevî Ibrahîm Tatlises beşdarî mîtinga AKPê bûbû û ji strana ‘megrî megrî\' duet kiribû. Perwer ragihand ku em hunermendekî aştîxwaz im, em şer naxwazin. Lewra ew pêvajo bûbû hêviyek ji me re. Herwiha Perwer dibêje ku ew ji ber vê biryara xwe poşman bûye. Lewra pêvajo wekî me hêvî dikir bi encam nebû û poşman im.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:46