Îsmaîl Ebdulezîz: Îmarat li ser arîkariyan û pirojeyên xêrxwazî li Herêma Kurdistanê berdewam e

Endamekê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amajeyê dide, “Arîkariyên Îraqê û rêkxistinên navdewletî ji bo awareyên kempan qet nemane”. Herwesa dibêje, “Îmarat li ser pêşkêşkirina arîkariyan û vekirina pirojeyên xêrxwazî li Herêma Kurdistanê berdewam e”.
09.02.2024, Cum - 12:03
Îsmaîl Ebdulezîz: Îmarat li ser arîkariyan û pirojeyên xêrxwazî li Herêma Kurdistanê berdewam e
Nuçe Belav bike

Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsmaîl Ebdulezîz îro (Înî, 09.02.2024) bi rêya K24ê spasiya hikûmet û welatê Îmaratê kir û ragehand, “Îmarat berdewam arîkariya Herêma Kurdistanê û xasma aware û penaberan dike”.

Îsmaîl Ebdulezîz amaje da, “Îmarat her sal bi dehan milyon dolaran wekî arîkarî pêşkêşî awareyan û xelkê xwecih ê Herêma Kurdistanê dike”.

Navbirî her dîsa behs kir, “Şandeka bilind a Îmaratê ji aliyê dezgeha Şêx Zaîd ve serdana Hewlêrê kiriye û niyet e serdana kempa Hesen Şamî ya awareyan bike”.

Ron jî kir, “Ew şand dê arîkariyan li ser kempa Hesen Şamî û kempên dî belav bike û biryar e çend pirojeyan jî vebike, herwesa çend bîran jî dê li Hewlêrê lê bide û çend pirojeyên saxlemiyê jî dê pêşkêş bike”.

Tekez jî kir, “Arîkariyên Îraqê û rêkxistinên navdewletî ji bo awareyên kempan qet nemane û aware di rewşeka xirab de ne, lê Îmaratê dest ji pêşkêşkirina arîkariyan bernedaye”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:10