Steve Lutes: Erkê me xurtkirina pêwendiyên bazirganî di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye

Berpirsê Jûra Bazirganiyê ya Amerîka ragihand, “Em bi tîmeke mezin a bazirganên Amerîkî hatine Herêma Kurdistanê û yek ji fakterên sereke yên hatina kompaniyên Amerîkî jî aramiya Herêma Kurdistanê ye. Her wiha got: “Erkê me, xurtkirina pêwendiyên bazirganî di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye.”
17.06.2023, Cts - 18:24
Steve Lutes: Erkê me xurtkirina pêwendiyên bazirganî di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye
Nuçe Belav bike

Rêvebera Karûbarên Rojhilata Navîn li Jûra Bazirganî ya Amerîka Anna Burress û Cîgirê Serokê Karûbarên Rojhilata Navîn li Jûra Bazirganî ya Amerîka de Steve Lutes, di beşdarî bultena aborî ya K24 bûn û. “Em kêfxweş in ku li Herêma Kurdistanê ne, em tîmeke mezin in.

Anna Burress got, “Em giraniyê didin sektora çandiniyê bi giştî. Em kêfxweş in ku hejmarek ji kampanyayên çandiniyê yên di warên cuda de bi me re Hatina Herêma Kurdistanê. Tîm me ji 14 kompan û 24 bazirganan pêk tê.”

Steve Lutes jî got: Em bi tîmeke karsazan re hatine. Di demên borî de gelek ezmûnên me hene, me kom û şandeyên cuda anîn û me kar li ser sektoreke taybetî kir, ew jî sîstema xwarekê ye.

Got jî: Niha me pêşniyarek pêşkêşî serkirdeyên Herêma Kurdistanê kiriye, bi anîna karsaz û kompaniyên bazirganî, ji bo veberhênanê di sektora çandiniyê de bikin. Her wiha em dikarin roleke bibandor di xurtkirina pêwendiyên bazirganî di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de bilîzin. Yek ji faktorên sereke yên hatina kompaniyên Amerîkî, aramiya Herêma Kurdistanê ye.”

Destnîşan kir: Anîna pisporên çandiniyê, dibe alîkariyeke baş ji bo sektora çandiniyê û cotkarên Herêma Kurdistanê. Min û Anna kompanyayên taybet anîne ku niha di nav şandeyê de bi me re ne, ew dikarin di çandinî, berhemanîn û bazarê de jî alavan peyda bikin.

Tekez kir jî: Em dixwazin ji vê derfetê sûd werbigirin û berhemên Herêma Kurdistanê bidin nasandin û hinardeyî Amerîkayê bikin. Her wiha em ê bi hevkariya Hikûmeta Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû hewlên xwe ji bo pêşketin û guhertinên di sektora taybet de bidin.

Bal kişande ser wê yekê: “Em dixwazin ji vê derfetê sûd werbigirin û berhemên Herêma Kurdistanê pêş bixin û bişînin Amerîka. Li Herêma Kurdistanê hinguvê baş heye, gelek girîng e ku em bikarin wê hinardeyî welatên derve bikin.

Steve Lutes li ser teknolojiyê û bazirganiya gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê got: “Gaza sirûştî çavkaniyeke sereke ya dabînkirina enerjiyê ye, dikare kar li ser were kirin, kompaniyên Amerîkî dikarin li ser sektora enerjiyê bi taybetî gaza xwezayî kar bikin. pêşxistina teknolojiyê jî gelekî girîng e, em dixwazin di paşerojê de sîstemeke bankî ya elektronî ya pêşketî ji bo Herêma Kurdistanê hebe.”

Ji aliyê xwe ve Rêvebira Karûbarên Rojhilata Navîn li Odeya Bazirganî ya Amerîkayê Anna Burress jî ragihand, “Şanda bi me re hatiye, pisporiya wê di sektora çandiniyê de heye û em dixwazin pêwendî û hemahengiya xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bikin.”

Got jî: “Em dizanin ku armanca Kabîneya Nehemîn, pirrengkirina çavkaniyên dahatê ye, lewra me tîm û şandeke mezin aniye ji bo derxistina îmkanên avakirina sîstemeke xebatê. Li şûna bazirganiya tenê bi petrolê, sektora çandiniyê dikare bi awayekî ku aboriya Herêma Kurdistanê pirreng bike, were pêşxistin.”

Ji aliyê xwe ve Steve Lutes got: Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê karekî gelek girîng kiriye di danasîna Herêma Kurdistanê, jîngeha Herêma Kurdistanê û îmkanên Herêma Kurdistanê ji kompaniyên Amerîkî re, ev jî xaleke gelekî giring e, em sipasiya Beyan Samî Ebdulrehman Nûnera Herêma Kurdistanê li Amerîka dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:53