Steve Lutes: Yek ji faktorên sereke yên hatina kompaniyên Amerîkî, hebûna seqamgîriya Herêma Kurdistanê ye

Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Lutes pêngavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo encamdana guherînan bi girîng wesf kir û tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên bazirganî yên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir.
20.06.2023, Sal - 06:42
Steve Lutes: Yek ji faktorên sereke yên hatina kompaniyên Amerîkî, hebûna seqamgîriya Herêma Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Steve Lutes di merasîma nasandina marka û malpera Invest Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Bala me li ser sektora çandiniyê ye û yek ji faktorên sereke yên hatina kompaniyên Amerîkî, hebûna seqamgîriya Herêma Kurdistanê ye.”

Lutes diyar kir: “Em kêfxweş in ku çendîn kompanî di warê çandiniyê de ligel me beşdar in, di warê xurek û veberhênana çandinî û depokirin û dabeşkirina ji bo xwaringehan de, herwiha tîmeke 14 kompanî û 24 bazirgan tê de beşdar in.”

Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên bazirganiyê yên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir.

Steve Lutes destnîşan kir: “Ew şanda ku ligel me ye, bersivek e ji bo wê xwast û wê xewna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina aboriya Herêma Kurdistanê, ez dikarim bibêjim ku Herêma Kurdistanê xaka derfetan e.”

Lutes dibêje: “Ez hêvîdar im ku em bikarin bi hev re platformeke karkirinê dirust bikin, bi taybetî di marka Invest Kurdistanê de, da ku bi hev re bibin hevbeşeke sereke û hewl bidin veberhênanê li Kurdistanê bikin, em bibin faktor û hander ji bo hemû wan kesên ku dixwazin li Kurdistanê kar bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:59:23