Talabanî: Ala me li Qudsa Kurdistanê bilind bû

Qubad Talabanî yê kurê Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî ye, bilindkirina ala Kurdistanê li hemû saziyên fermî ên li Kerkûkê pîroz kir.
30.03.2017, Per - 06:25
Talabanî: Ala me li Qudsa Kurdistanê bilind bû
Nuçe Belav bike

Cigîrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê pîroz kir. Li gorî agahiyên ku li ser Kurdpressê hatine bidestxistin, Talabanî li ser malpera xwe ya facebookê peyamek pîrozbahiyê weşandiye û tê de gotiye ku:"Serokê me Mam Celal di axaftina xwe ya sala 1992an de wiha gotibû: Deriyê çareseriya pirsgirêka kurd Kerkûk e û wê her Kerkûkê be."

Talabanî Parlementoya Kerkûkê jî ji ber biryara bilindkirina ala Kurdistanê jî pîroz kir û diyar kir ku hemû kemarên li Kerkûkê wê di bin baneya ala Kurdistanê de bi ewle jiyan bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3848 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:13