Talebanî bersiva nûnerê Trump da: Referandum mafê me ye

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di civînekê de bersiva pirsa nûnerê Donald Trump ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê de Brett McGurk da û ragihand: “Weke hemû gelên cîhanê, gelê Kurd jî mafê xwe ye ku çarenivîsa xwe diyar bike û referandumê pêk bîne.”
16.05.2017, Sal - 06:09
Talebanî bersiva nûnerê Trump da: Referandum mafê me ye
Nuçe Belav bike

Qubad Talebanî îro duşembiyê li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk û şandeke pê re kir.

Ofîsa rojnamevanî ya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand, di civînê de behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û çawaniya xurtkirina wan pêwendiyan, bi taybet di warê serbazî û nehiştina terorê de hat kirin.

Her du aliyan behsa çaksaziyên hikûmetê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û mijara referandumê jî kirin.

Qubad Talebanî di hevdîtinê de behsa eniyên şer ên li dijî DAIŞê û serkevtina Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqê di paqijkirina deverên bin kontrola DAIŞê de kir û got: “Di aliyê serbazî ve serkevtinên baş bi dest hatine û beşa herî zêde ya deverên dagîrkirî hatine rizgarkirin. Ya ku maye ev e, ku piştî kontrolkirina hemû deverên, çawan ji aliyê siyasî ve hevsengî (balans) were parastin, daku pêşiya dubare çêbûna wan cure koman were girtin.”

Talebanî herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku çareseriya siyasî û hizrî bi ti awayî ji çareseriya serbazî kêmtir nîne, ji bo wan bajarên ku pêştir di bin desthilata terorîstên DAIŞê de bûn.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa pêngavên çaksaziyê li Kurdistanê kir û diyar kir: “Me pêngavên baş avêtine û di demekê nêzîk de dê hemû encamên baş derkevin holê.”

Di beşeke din a hevdîtinê de, Nûnerê Turmp ê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett MCgurk derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ji Qubad Talebanî pirsî.

Qubad Talebanî di bersiva pirsyareke Brett McGurk a derbarê referandumê de got: “Weke hemû gelên cîhanê, gelê Kurd jî mafê wê ye ku çarenivîsa xwe diyar bike û referandumê li dar bixe, ku cihê baweriya xelkê Kurdistanê û cîhanê be, çimku ev mijar, mijareke niştimanî ye û dibê hevwealtiyên Kurdistanê yekalî bikin.”

Brett McGurk jî di hevdîtinê de pesnê Hêza Pêşmerge û serkevtinên wê da û got: “Amerîka bi giringî ve berê xwe dide wan serkevtinên Hêza Pêşmerge û hêzên iraqî û her dem amade ye ku di vê bareyê de hevkar be.”

McGurk tekez jî kir, Amerîka piştgiriya gelê Kurd dike û hemû hewlan bi kar tîne ji bo tenahiya vê herêmê.

Herwiha McGurk pesnê pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo pêkanîna reforman jî da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1535 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:47