Talebanî: Lihevkirina PDKê ya li gel çend aliyên Bexda qîmeta kaxeza di destê min de nîne

Li Silêmaniyê hevdîtina giştî ya YNKê hat pêkanîn û di roja yekem a hevdîtinê de, Bafil Talebanî weke Serokê YNKê hate pênasekirin.
28.05.2022, Cts - 12:53
Talebanî: Lihevkirina PDKê ya li gel çend aliyên Bexda qîmeta kaxeza di destê min de nîne
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di hevdîtina giştî ya YNKê de axivî û da zanîn, wê li her çar parçeyên Kurdistanê alîkariya her Kurdekî bikin û dema Kurd bibin yek kes nikare li pêşiya wan bisekine.

Li Silêmaniyê hevdîtina giştî ya YNKê hat pêkanîn û di roja yekem a hevdîtinê de, Bafil Talebanî weke Serokê YNKê hate pênasekirin.

Li gor zanyariyan Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talebanî di civata giştî de axivî û eşkere kir: “Em ê alîkariya hemû Kurdan bikin û li her çar parçeyên Kurdistanê em amade ne alîkariya birayên xwe bikin. Divê ji hişmendiya kevin derkevin. Em xwedî 45 milyon welatî ne, Kurd in. Heke Kurd yek bin dikarin ji hemû welatan re bêjin na û em dosten xwe bi cih nahêlin ku pêwîstiya wan bi me hebe, dibin alîkar. YNK pêveka tu hizb, aliyek û welatekê nîne. Heke em bibin yek, kes nikare li hember me bisekin e. Êdî ezbenî, ezbenî ji bo tu kesê nake.”

Bafil Talebanî herwiha li ser lihevkirina YNK û PDKê jî sekinî û got: “Lihevkirina PDKê ya li gel çend aliyên Bexda, qîmeta kaxeza di destê min de nîne.”

Herwiha Bafil di derbarê dosya neft û gazê jî wiha axivî û destnîşan kir: “Ji siyaseta nefta Herêma Kurdistanê nerazî ne. Divê çêbikin. Naxwazin gaza Kurdistanê mîna neftê bi ser de were. Em ne li dijî şandina gazê ya ji bo Ewropa ne. Lê, divê dahata gazê di sûda xelkê Kurdistanê de be. Siyasetek dirûst û şefaf hebe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 801 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:06