TDK-Tevger pîrozbahiyê li Kongreya 14an a PDKê dike

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) peyamek arasteyî Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
05.11.2022, Cts - 12:10
TDK-Tevger pîrozbahiyê li Kongreya 14an a PDKê dike
Nuçe Belav bike

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) peyamek arasteyî Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û ragihand: “Em weke TDK-Tevger rêz û silavên xwe ji we hêjayan re dişînin û hevîdar in ku Kongreya we ya 14an, di kar û xebata xwe de serketî be.”

Di peyama TDK- Tevger de hatiye diyarkirin: “Em weke TDK-TEVGER silavên xwe yên ji dil ji endamên Dîwana Kongerya 14an ya PDK, serokatî, berpirsiyar û hemû endamên we re dişînin.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Kongreya we di demekê de ku tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî girîng û hesas de derbas dibe, tê lidarxistin. Bêguman di vê pêvajoyê de, hevkarî, yekitî û hevahengiya nava hêz û partiyên neteweyî û kurdistanî gelek girîn e û heyatî ye. Parastina deskeftiyên Başûrê Kurdistanê û gihaştina armanca dewleteke serbixwe ku miletê Kurd û kurdistaniyan bi Referandûma Serxwebûna Kurdistanê pesend kiribû, dîsa bi pêkanîna yekitî, hevkarî û hevahengiya nava hezên neteweyî û kurdistanî mumkun e.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Loma jî em di vê baweriyê de ne ku Kongreya we ya 14an ya bi dirûşma ”Azadî, Demokrasî û Dadwerî” dest pê dike, wê ji bo parastin û berfirehkirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û herwiha ji bo hevahengî, hevkarî û yekitiya neteweyî biryaryên girîng bistîne û di vî warî de bibe destpêk, hêvî û gaveke nû.”

TDK-Tevger dibêje: “Em weke TDK-Tevger dubare rêz û silavên xwe ji we hêjayan re dişînin û hevîdar in ku Kongreya we ya 14an, di kar û xebata xwe de serketî be. Bijî xebat û têkoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk! Bijî hevkarî û yekitiya neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd û kurdistaniyan! Serketin dê her para miletê Kurd û kurdistaniyan be!”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:42