Teqe li Liqê Çar ê PDKê li Silêmaniyê hat kirin

Kameran Xerîb ragihand jî, ti ziyanên canî ji wê êrîşê nebûn, lê ziyanên madî gihîşt baregeha wan.
21.06.2020, Paz - 08:41
Teqe li Liqê Çar ê PDKê li Silêmaniyê hat kirin
Nuçe Belav bike

Kargêrê Liqê Çar ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kameran Xerîb ragihand, şeva bûrî demjimêr 11:45 ji otombîlekê ve teqe li baregeha Liqê Çar a PDKê li Silêmaniyê hate kirin û ti karvedan ji aliyê hêzên ewlehiyê jî nehat kirin.

Kameran Xerîb ragihand jî, ti ziyanên canî ji wê êrîşê nebûn, lê ziyanên madî gihîşt baregeha wan.

Ev ne cara yekem e teqe li liq û navçeyên PDKê li sînorê Silêmaniyê tê kirin, li hemberê jî PDKê selametiya endam û bargehên xwe dixe stûyê hêzên ewlehiyê.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:20