Termê Pêşmergeyek hat dîtin!

Li nêzîkî avahiya Wezareta Pêşmerge li Hewlêrê, termê efserekî bi pileya “mûqedem” hate dîtin. Berdevkê Polîsên Hewlêrê jî ragihand, heta niha jî ne diyare ka xwe kuştiye an jî hatiye kuştin.
18.11.2017, Cts - 11:19
Termê Pêşmergeyek hat dîtin!
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya Dezgeha Polîsan ya Hewlêrê de hat ragihandin ku li nêzî Wezareta Pêşmerge, cenazeyê fermandarekî pêşmerge hatiye dîtin. Herwiha hat ragihandin ku heya niha jî sedema kuştin an jî mirina fermandarê pêşmerge ne diyare.

Her wiha polîsên Hewlêrê derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:54