Termên 16 kurdên Êzdî radestî malbatên wan tên kirin

Îro fermangeha bijîşkî ya dadî ya Iraqê ku ser bi wezareta tenduristiya Iraqê ye aşkera kir, temrên 16 kurdên Êzdî dê radestî malbat û kesûkarên wan bên kirin.
24.10.2022, Pts - 13:26
Termên 16 kurdên Êzdî radestî malbatên wan tên kirin
Nuçe Belav bike

Fermangeha bijîşkê dadî ya Iraqê îro 24.10.2022yê aşkera kir, termên 16 şehîdên Êzdî piştî vekirina gorên komî yên li parêzgeha Nînowa û temambûna hemû rê û karên wan termên wan dê radestî malbatên wan bên kirin.

Ew kesên ku di gora komî de hatine dîtin, di dema dagirkirina Şingalê ya ji aliyê DAIŞê ve bêserûşûn bibûn.

Terorîstên DAIŞê di dema dagirkirina Şingalê de karesateke mezin li serê kurdên Êzdî de anîn û bi hezaran kurdên Êzdî şehîd kirin û bi hezaran jî bêserûşûn kirin û herwaha bi dehan gorên komî li sînorê Şingalê hatin dîtin û termên şehîdên kurdên Êzdî di wan gorên komî de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 476 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:00:43