Terorîstên DAIŞê li Mûsilê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kirin

Terorîstên DAIŞê li Mûsilê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kirin û di encamê de heft çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
24.05.2022, Sal - 08:13
Terorîstên DAIŞê li Mûsilê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kirin
Nuçe Belav bike

Terorîstên DAIŞê li Mûsilê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kirin û di encamê de heft çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên li Mûsilê diyar kirin, terorîstên DAIŞê rewşa hewayê û pêla tozbarînê ya li Iraqê weke derfetek dîtine û êrîşî yekîneyên serbazî û ewlehiyê yên Iraqê kirine.

Şaneya Ragihandinê ya Heşda Şeibî eşkere kir, şeva borî hêzeke ser bi Lîwaya 44 a Heşda Şeibî rûbirûyî êrîşeke DAIŞê bûye û li gor daxuyaniyê, êrîş li sînorê navçeya El Hezer ya Mûsilê rû daye.

Herwiha li gorî agahiyan, herî kêm 7 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:28:06