THY dê heftane çar geşt bo Kerkûkê encam bide

Kompaniya Rêyên Esmanî ya Tirkiyê (THY) ji destpêka Kanûnê ve, dê heftane çar geşt bo Kerkûkê encam bide.
28.10.2022, Cum - 10:44
THY dê heftane çar geşt bo Kerkûkê encam bide
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Rêyên Esmanî ya Tirkiyê Bîlal Ekşî ragihand, niha heftane 42 geşt bo pênc cihên Iraqê encam didin.

Herwiha diyar kir, ji 2yê Kanûnê ve, Kerkûkê dixin nav tora geştên xwe, heftane dê çar geşt encam bidin, bi vî awayî hejmara geştên wan bo Iraqê di nava heman demê de digihîje 46 geştan.

Roja Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022yan, yekem geşta esmanî ya navxwe ji bajarê Bexdayê bo Balafirgeha Kerkûkê hat encamdan û di wê rojê de yekem geşta navdewletî ji Balafirgeha Kerkûkê bo welatê Erebistan Siûdî hat encamdan.

Roja Yekşemê 16ê Cotmeha 2022yan, Balafirgeha Navdewletî ya Kerkûkê dûrî çavên medyayê û bêyî amadebûna ti rayedarekî Kurd hat vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:37:42