Tirkiye daxwaza bihêzkirina pêwendiyên navbera kompaniyên welatê xwe û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî dike

Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê pêwendiyên navbera Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û kompaniyên Tirkiyê gotûbêj kirin.
25.07.2023, Sal - 15:38
Tirkiye daxwaza bihêzkirina pêwendiyên navbera kompaniyên welatê xwe û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî dike
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Mehmet Mevlut Yakut kir.

Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî tekezî li ser pêwendiyên navbera wezaret û kompaniyên Tirkiyê kiriye û bal kişandiye ser hêsankarî û hevkariya wezaretê ji bo kompaniyên Tirkiyê.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê spasiya Wezareta Çavkaniyên Sirûştî kiriye û daxwaza bihêzkirina pêwendiyên kompaniyên welatê xwe ligel herdu Wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Sirûştî kiriye.

Mijareke din a civînê li ser gotûbêjên teknîkî yên navbera tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bûye, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî li ser vê mijarê ragihandiye, gotûbêj berdewam in û pêşveçûn û hevtêgihiştinên baş pêk hatine.

Beriya niha jî Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Hewlêrê Geylan Hacî Seîd ji Kurdistan24ê re ragihandibû, sala borî qebareya bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gihîştiye asteke baş, ku nêzîkî 12 milyar dolar bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:27:46