Tirkiyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Artêşa Tirkiyê şeva bihorî gundê Xastûya Jêrîn li sînorê qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kir.
13.05.2022, Cum - 06:59
Tirkiyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê şeva bihorî gundê Xastûya Jêrîn li sînorê qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kir. Muxtarê gund jî dibêje, piştî bombebarana ji aliyê firokeyekî ve, gund piştî 30 xûlekan bi dijwarî hat topbarankirin.

Muxtarê gundê Xastûya Jêrîn, Nayif Bekir ji Rûdawê re ragihand, “Bombebaranê şev demjimêr 21:00 destpê kir, bo yekemîn car Tirkiyê bi firokeya cengî sînorê gundê me bombebaran kir, piştî demekê jî çend caran li ser hev gund topbaran kir.”

Bi gotina mxutarê gund “topbarana artêşa Tirkiyê bo ser derdora gund nêzî 30 xûlekan dom kir” û diyar kir, “Cihê hatiye topbarankirin, tenê kîlometrekî ji malên welatiyên sivîl dûr e.”

Cihê ku ber bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê ketiye, ajel û dewarên gundiyan lê ye, muxtarê gundê Xastûya Jêrîn Nayif Bekir jî dibêje, “gundî nikarin biçin vê derê, ji ber ku ditirsin û dilgiran in, li aliyekî din jî tiştekî ji çarenivîsa ajelên xwe nizanin.”

Li gor amareke nahyeya Şêladizê, ji 92 gundên wê nahyeya ser bi Amêdiyê ve tenê 8 gund avedan mane û tevaya gundên din ji ber şer û aloziyên navbera artêşa Tirkiyê û PKKê hatine valakirin.

RUDAW
Vî nûçeyê tevayî: 653 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:31