Tirkiye jî devera Biradost bombebaran dike

Firokeyên şer ên Tirkiyê devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekanê dikin. Li gor zanyaran jî, cihê hatiye bombebarankirin, baregehên PKKê lê ne.
29.09.2022, Per - 12:03
Tirkiye jî devera Biradost bombebaran dike
Nuçe Belav bike

Firokeyên şer ên Tirkiyê îro demjimêr 11:27 devera devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekanê kir.

Peyamnêrê K24 amaje bi wê yekê kir, li gorî zanyariyên leşkerî û xelkê deverê, baregehên PKKê li wê deverê hene.

Da zanîn jî, heta niha firokeyên şer ên Tirkiyê li asmanê deverê digerin û bombebaran jî berdewam e.

Bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê di demekê de ye, îro ji bo roja şeşem li ser hev topxaneya Îranê devera Biradost topbaran dikin û 3 endamên Komela Zehmetkêşan birîndar bûn.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:17