Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe li Başûrê Kurdistanê ragihand
Li navçeya Zap-Avaşîn a Herêma Kurdistanê ku zêdeyî şeş mehan e operasyona Pence-Kilîd a Tirkiyê ya li dijî PKKê lê birêve diçe, leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin. Leşkerekî din ê Tirkiyê jî di bûyerekê de li Enqerê canê xwe ji dest da.
04.11.2022, Cum - 10:27
Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja Înê 4ê Mijdara 2022an li ser hesabê xwe yê Twitterê kuştina leşkerekî wî welatî li navçeya operasyona Pence-Kilîd di nav axa Herêma Kurdistanê de ragihand.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, doh roja Pêncşemê 3ê Mijdarê di encama êrîşeke PKKê de li devera operasyonê, leşkerekî wan ê bi navê “Lokman Akçaglayan” canê xwe ji dest daye.
Derbarê mijarê de PKKê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.
Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû ya bi navê "Pence Kilîd" daye destpêkirin ku heta niha berdewam e.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 410 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:30:57