Tirkiyeyê qedexeya li ser çûn û hatina Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

- Tirkiyeyê qedexeya geştên esmanî yên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê 6 mehên din jî dirêj kir.
08.06.2024, Cts - 12:34
Tirkiyeyê qedexeya li ser çûn û hatina Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir
Nuçe Belav bike

 Rayedarê Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ragihand ku Tirkiyê qedexeya seferên li Silêmaniyê heta 7ê Kanûna Paşiyê ya 2024ê dirêj kiriye.

Qedexeya seferên Tirkiyê ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ve ji 3ê Nîsana 2023an ve dest pê kir. Qedexeya navborî çend caran hat dirêjkirin.

Tirkiyê cara dawî qedexeya firînê heta 22ê Hezîrana 2024an dirêj kir.

Tirkiye diyar dike ku sedema rawestandina seferan ew e ku çalakiyên PKK li Silêmaniyê kom bûne û "rêxistinê bi awayekî ku ewlehiya firînê tehdîd dike ketiye balafirgehê." 

 

Vî nûçeyê tevayî: 737 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:00:46