Tirkiyê rawestandina geştên asmanî yên Firokexaneya Silêmaniyê dirêj kir

Tirkiyê rawestandina geştên asmanî yên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bo 6 mehên din dirêj kir.
03.07.2023, Pts - 11:28
Tirkiyê rawestandina geştên asmanî yên Firokexaneya Silêmaniyê dirêj kir
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro 3ê Tîrmehê ji ajansa K24ê re ragihand, hikûmeta Tirkiyê rawestandina geştên esmanî yên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê heta 3/12/2023ab dirêj kir.

Ev yek di demekê de ye, Parêzgarê Silêmaniyê roja 18ê Hezîrana 2023an ji K24ê re ragihand, “Me hemû hewlên xwe ji bo vekirina qada asmanî ya Tirkiyê û rakirina astengiyên li pêşiya Firokexaneya Silêmaniyê dane û eger heye di meha Tîrmeha de ti rewşên nexwestî dernekevin û dê pirsgirêk bên çareserkirin.”

Roja şemiyê 3ê Nîsana 2023, Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Tirkiyê geştên xwe yên firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê rawestand. Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ev pêşhat dê heta Tîrmeha îsal bidome û sedema wê jî bo zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê vegerand.

Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê li Bekraco ye ku 15 kîlometre dûrî Silêmaniyê ye, kevirê bingehîn ê firokexanê di sala 2003an de hat danîn û sala 2005an temam bû û kete kar.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 708 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:35