Tirkiyeyê êrişî Şingalê kir: 3 endamên YBŞyê canê xwe ji dest da

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê êrişî bajar û çiyayê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê kir.
25.10.2024, Cum - 16:27
Tirkiyeyê êrişî Şingalê kir: 3 endamên YBŞyê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di êrişa hewayî de 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) canê xwe ji dest daye û jineke sivîl jî birîndar bûye.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê doh bi şev saet 23:30an Şingal bombebaran kir.

Fermandarê Yekîneyên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ji ajansa Rûdawê re ragihand, bombebaran heta saet 03:00yê sibehê berdewam kiriye.

Şeşo ragihand ku di encama bombebaranê de 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku di êrişa li Şingalê de jineke sivîl jî birîndar bûye.

Piştî êrişa li TUSAŞê ya Enqereyê ku 5 kes hatibûn kuştin, artêşa Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir.

Wezareta Parastina ya Tirkiyeyê ragihand ku “Di êrişên 24ê Çiriya Pêşînê yên saet 23:30an de li Herêma Kurdistanê li 34 hedefan hatiye xistin.”

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:05