Tirkiyeyê li Şiladizê êriş kir: Welatiyek mir û yek jî birîndar bû

Endamekî Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihand li Şiladizyê di encama êrişa Tirkiyeyê de kesekî canê xwe ji dest û kesek jî birîndar bû.
18.07.2024, Per - 10:08
Tirkiyeyê li Şiladizê êriş kir: Welatiyek mir û yek jî birîndar bû
Nuçe Belav bike

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ji ajansa Rûdawê re ragihand ku hêzên Tirkiyeyê li nahiyeya Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê êriş kir.

Kameran Usman diyar kir ku di encama êrişa Tirkiyeyê de kesekî canê xwe ji dest da.

Kesê hatiye kuştin navê wî Usman Ruştî ye.

Herwiha welatiyê bi navê Faxrî Xelîl ku pismamê kesê hatiye kuştin ji ajansa Rûdawê re diyar kir Usman Ruştî di bombebarana Tirkiyeyê li nêzîkî gundê Xastûyê hatiye kuştin.

Hat zanîn ku Usman Ruştî 32 salî ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:56:18