Têkildarî êrişa li dijî HDKê 2 kes hatin girtin

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku têkildarî êrişa li dijî HDKê li Koyê, 2 gumanbar hatine girtin.
26.12.2016, Pts - 14:04
Têkildarî êrişa li dijî HDKê 2 kes hatin girtin
Nuçe Belav bike

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û tê de got 2 tometbarên êrişa li dijî baregeha Deftera Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) li Koy a bi ser Hewlêrê, hatine girtin lê tawanbarê rastîn reviyaye.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku 2 gumanbar ên ku navên wan Ş.E û P.G li gorî xala 2yemîn a yasaya jimara 8an sala 1992yê hatine desteserkirin. Piştî girtina herdu gumanbaran, berpirsê sereke yê êrişê hatiye eşkerekirin.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê destnîşan dike ku nasname û zanyariyên tometbarê sereke hatiye peydakirin, wan dest danîne ser kelûpelên wî lê ew reviyaye. Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê eşkere dike, ku lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike. Hêjayî gotinêye ku 20ê Berfanbarê li pêşiya avahiya Deftera Siyasî ya HDKê du teqîn pêk hatin û di encamê de 5 endamên HDKê û 2 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1540 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:09