Tomarkirina hevpeymanî û namzetên hilbijartinê Parlamentoya Kurdistanê îro bidawî dibe

Îro Duşemê dema serîlêdan û tomarkirina partî, hevpeymanî û namzedên serbixwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bidawî dibe.
24.06.2024, Pts - 10:26
Tomarkirina hevpeymanî û namzetên hilbijartinê Parlamentoya Kurdistanê îro bidawî dibe
Nuçe Belav bike

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, dema tomarkirina navên partiyên siyasî, hevpeymanî û namzetên serbixwe ji 8 heta 13ê Hezîrana 2024an diyar kiribû, lê piştre ew dem heta 24ê Hezêranê dirêj kir û îro bidawî dibe.

Li gor amarên herî dawî, heta duhî Yekşemê 23.06.2024ê, radestkirina daxwaznameyên ji bo tomarkirina navên partiyan û namzedên pêkhateyan bi vî awayî ye:

Parêzgeha Hewlêrê

- Du hevpeymanî

- Neh namzetên Tirkmenan

- Heft namzetên Kiristiyanî

- Neh namzetên tak - giştî

- 10 namzetên partiyên siyasî

 - Pêşkêşkirina sê daxwaznameyên ji bo beşdariya di hilbijartinan de ji aliyê partiyên siyasî ve

Parêzgeha Silêmaniyê

- Hevpeymanî nînin

- Du partiyên siyasî

- Heşt namzedên tak - gel

- Pênc namzetên Tirkmenan

- Yek namzetê Xiristiyan

Parêzgeha Duhokê

- Hevpeymanî nînin

- Çar namzetên Kiristiyanî

- Çar namzetên tak - giştî

- Yek namzetê Partiya Babîlon

Herwiha yek ji partiyên siyasî yên ku boykot şikand û daxwaza beşdarbûn kiriye, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ye.

Derbarê dema lidarketina proseya hilbijartinên xula şeşem a Parlametoya de, li gorî zanyariyên K24ê, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi partî û aliyan re dest bi şêwirên ji bo diyarkirina rojeke nû kirine.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Partiya Rancdaran a Kurdistanê Bapîr Kamela ji K24ê re ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî re şêwiriye û tê çaverêkirin ku hilbijartin di nîvê Cotmeha îsal de bên kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:44