Topek li navenda gundekî Amêdiyê ket
Topek li navenda gundê Guharzeyê yê ser bi nahiya Dêrelûkê ya navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê ket.
20.12.2023, Çar - 09:12
Li gorî agahiyên heremê, ti zererên canî çênebûne.
Welatiyê wî gundî Îsa Guherzî ji Rûdawê re got, ew guleya topê li navenda gundê Guherzî ketiye lê ti ziyanên canî çênebûne û tenê zerer gihîştiye çend malan.
Bi gotina Îsa Guherzî, ew nizanin ew guleya topê ji kû derê ve hatiye lê xelkê gund ditirse.
Di nava 3 mehan de ev cara pêncemîn e ku top li gundên Amêdiyê dikevin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 542 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:42:44