Trump derbarê civîna li gel Erdogan: Me behsa Kurdan kir

Serokê Amerîkayê di çarçoveya hevdîtinên li Lûtkeya NATOyê li Londonê, li gel Serokomarê Tirkiyê kom bû û piştî kombûnê jî ragihand, “Civîneke gelek baş bû û me behsa Kurdan kir.”
04.12.2019, Çar - 18:21
Trump derbarê civîna li gel Erdogan: Me behsa Kurdan kir
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump, êvariya îro, bi dema Herêma Kurdistanê , di civîna li gel Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel, besha civîna xwe ya li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got, “Li gor min kombûneke gelek baş bû û me behsa Sûriyê kir û behsa gelek tiştan kir û em baş li hev têgihiştin.”

Serokê Amerîkayê derbarê agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Tirkiyê de li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên li jêr deesthilata HSDê de got ku plana taybet bi navçeya aram baş tê cîbicîkirin û rola Tirkiyê bi wê mebestê ‘bilind’ nirxand û diyar kir, “Agirbest bi başî tê cîbicîkirin.”

Donald Trump, behsa rewşa sînorê navbera Rojavayê Kurdistan, navçeyên din ên li jêr kontrola HSD li aliyekê û Bakurê Kurdistan û Tirkiye li aliyê din kir û bi, ‘bêserûber’ bi nav kir û got, “Dema wê hatibû em wê derê bicî bihêlin û me bicî jî hişt.”

Serokê Amerîkayê amaje bi wê jî kir, niha serbazên Amerîkayê li wan navçeyên ku petrol lê hene û petrolê diparêzin.

Kombûna Trump û Erdogan di demekê de ye ku roja 13ê meha derbasbûyî, herdu serkirde li Koşka Spî civînek pêk anî bûn ku mijara sereke ya wê civînê jî rewşa Rojavayê Kurdistanê û agirbesta di navbera HSD û Tirkiyê de bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:37:25