Vedant Patel: Amerîka piştgiriya destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand, Amerîka piştgiriya destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dike.
06.06.2023, Sal - 07:02
Vedant Patel: Amerîka piştgiriya destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di konferanseke rojnamevanî de li ser girîngiya derbaskirina projeyasaya budceya Iraqê ragihand, ew di pêwendiya berdewam de ne ligel aliyan û derbaskirina budceyê sedemeke sereke ye ji bo xweşguzeraniya Iraq û Herêma Kurdistanê.

Vedant Patel diyar kir, derbaskirina budceyê dê bibe sedema rakêşana veberhênana Amerîkî û biyanî bo Iraq û Herêma Kurdistanê.

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribû û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatibû pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu serokwezîran, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal de hatibû îmzekirin.

Piştî çareserkirina kêşeyên teknîkî yên navbera tîmên Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û Kompaniya Somo, ji bo destpêkirina proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Iraqê bi fermî nivîsek arasteyî Tirkiyê kiriye, lê belê heta niha li benda bersiva aliyê Tirkiyê ne û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:34:25