Washington alîkariya serbazî bo Pêşmerge dike

Wezareta Pêşmerge ragihand, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Berpirsê Tîma Asayîşê ya Artêşa Amerîka yê li Herêma Kurdistanê li ser gihandin û dabeşkirina alîkariyên serbazî gotûbêj kirin.
07.07.2022, Per - 07:03
Washington alîkariya serbazî bo Pêşmerge dike
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, roja çareşemê , Serokerkan Îsa Uzêr pêşwazî li Berpirsê Tîma Asayîşa Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Colonel Sanborn û şanda pê re kir.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, Colonel Sanborn kurteyek li ser navenda operasyona hevbeş û çawaniya karûbar û erkên wê navendê pêşkêş kir, herwiha bi girîngî behsa projeyên çaksazî û Wezareta Pêşmerge kir.

Sanborn diyar kir, ew alîkariya projeya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge dikin, ezmûna şêwirmendê xwe jî bi awayekî profesyonel di vî warî de digihînin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, şanda Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge behsa çawaniya gihandin û dabeşkirina alîkariyên serbazî kirin.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge tekez kir, hêzên Pêşmerge bi rêya rahênan û perwerdeyên berdewam, ast û şiyanên wan ên serbazî tên bilindkirin û ji bo vê mebestê jî Serokerkanî li ser bingeha teoriyên serbazî yên nû yên rahênanê, nexşerêyeke nû bi hevkariya şarezayên warê rahênanê yên hêzên Hevpeymanan amade dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:52