Washington gavên di proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge de hatine avêtin bilind dinirxîne

Berpirsekî Balyozxaneya Amerîka li Iraqê di hevdîtina ligel Wezîrê Pêşmerge de, pêngavên di çarçoveya reforma di Wezareta Pêşmerge de hatine avêtin, bilind nirxand.
01.11.2022, Sal - 07:45
Washington gavên di proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge de hatine avêtin bilind dinirxîne
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şorş Îsmaîl duh duşemê pêşwaziya Kolonel Evans Atêşa Leşkerî li Balyozxaneya Amerîka li Iraqê û Kolonel Sanborn Berpirsê Ofîsa Hevkariya Leşkerî li Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de her du alî behsa rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de kirin û her du alî li ser cîbicîkirina xalên rojeva rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de li hev kirin.

Herwiha Wezîrê Pêşmerge gotiye: ‘’Em spasiya gel, hikûmet û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê dikin ku di proseya çaksaziyê û avakirina hêzeke leşkerî ya bihêz a modern de piştevaniya Wezareta Pêşmerge kirine.’’

Li beşekî dinê hevdîtinê de Wezîrê Pêşmerge behsa giringiya peywendiyên xwe yên li gel Wezareta Berevaniya Iraqê kir û ragihand ku hewlên wan ligel Wezareta Berevaniya Iraqê û hemû hêzên din ên ewlehiyê yên Iraqê li ser şer û şikandina terorîstên DAIŞê berdewam in.

Ji aliyê xwe ve Kolonel Evans pêngavên Wezareta Pêşmerge ya di warê birêxistinkirina hêz û pêngavên proseya çaksaziyê de û qehremanî û mêrxasiya Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê û parastina aramî û asayîşa navçeyê de bilind nirxand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:45