Washington yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê pêwîst dizane

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a Amerîkayê derbarê rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de civiyan.
16.03.2023, Per - 06:55
Washington yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê pêwîst dizane
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê duh roja Çarşemê 15ê Adara 2023an ragihand, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Dîdara Silêmanî de ligel şandeke bilind a a Amerîkayê ya bi serokatiya Cîgirê Taybet yê Serokê Amerîkayê û Rêvebirê Bilind yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li Encûmena Asayîşa Niştimanî Terry Wolf û şandeke pê re civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan da bîr û ramanan li hev guhartin.

Şanda bilind a Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya piştevanî û alîkariyên Amerîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da jî, şanda Amerîkî yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî YNK û PDKê ji bo derbaskirina dijwarî û aloziyên niha yên li Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst zanî.

Di mijareke din a civînê de, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da dê bibe sedema aramiya siyasî û aborî li Iraq û Herêma Kurdistanê, û herwesa, tekezî li ser piştevaniya birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal û karnameya hikûmeta wî kirin.

Gotûbêjkirina rewşa herêmî bi giştî û çend mijarên din yên xwedî girîngiya hevbeş, mijarên din yên civînê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:43:27