Weberhênerên Almanyayê dixwazin weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin

Revenda Kurdî li welatê Almanyayê kariye ji aliyê aborî ve pêgeha xwe bihêz bike, herdem piştevaneke mezin a Kurdistanê bû û bizav kiriye xwedîkar û weberhênerên Alman razî bike ku li Herêma Kurdistanê weberhênanê bikin.
06.03.2024, Çar - 05:52
Weberhênerên Almanyayê dixwazin weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin
Nuçe Belav bike

Seroka Komeleya Dostatiya Kurd û Almanan Jiyan Şêx Selman ji K24ê re ragehand, “Me li Almanyayê bizav kiriye ku peywendiyên bazirganî bi kompaniyên erebeyan re çê bikin, herwesa em dê li ser bizavên xwe berdewam bin ji bo ku bala weberhênerên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê bikêşin”.

Endamê berê yê Perlemana Berlînê Xiyasedîn Sayan got, “Em li ser karkirina ji bo gelê xwe newestiyane, lê pêdivî ye Revenda Kurdî wekî balyoza welatê xwe li vê derê di berjewenda Kurdistanê de kar bike”.

Revenda Kurdî li ser astê kes û rêkxistinan kar kiriye, wekî ew bi xwe dibêjin, li ser nasandina Kurd û Kurdistanê ji bo cîhana derve û welatên rojava rol hebûye, hejmareke wan kesatî û rêkxistinan jî kariye bala kompanî û weberhênerên Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê bikêşin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 698 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:49