Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê: Li ser êrîşa Silêmaniyê lêkolîn têne kirin

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, “Em piştrast dikin ku roja Înê li Silêmaniyê êrîşî karwaneke otomobîlan hat kirin û leşkerên Amerîkî jî di karwanê de hebûn lê hemû tendurist in û niha li ser êrîşê lêkolîn têne kirin.”
08.04.2023, Cts - 08:41
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê: Li ser êrîşa Silêmaniyê lêkolîn têne kirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Phil Ventura li ser teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê bersiva roja Înê bersiva pirsên Rûdawê da û ragihand, “Em piştrast dikin ku roja Înê li Silêmaniyê li dijî karwaneke otomobîlan êrîş hate kirin û hêzên Amerîkî jî di nava karwanê de hebûn.” Phil Ventura her wiha got, “Em dikarin piştrast bikin ku di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne û niha lêkolîn di derbarê êrîşê de tê kirin.”

Phil Ventura amaje bi wê yekê jî kir ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi tundî li dijî her karekî ku ewlehiya hêzên Amerîkî dixe metirsiyê ye.

Philip Ventura anî ziman, “Ez tekezî li ser wê yekê dikim ku hêzên Amerîkî dê li Iraq û Sûriyê bimînin ji bo piştgiriya hevkarên me yên herêmî di têkbirina bi temamiya DAIŞê de.”

Her wiha Berdevkê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Bucino jî ji rojnamevanan re ragihand, “Di karwanê ku li Silêmaniyê êrîş lê hat kirin de 3 Amerîkî jî hebûn, ti kes birîndar nebûye.”

Roja Înê 7ê Nîsana 2023an wêneyên şewateke li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî Silêmaniyê hatin belavkirin. Rêveberê Ragihandinê ya Firokexaneya Silêmaniyê Dana Mihemed diyar kir ku ew nûçeyên derbarê bombebaran û teqînên li ser firokexaneyê red dikin. Ji aliyê din ve Rêveberê Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê Xalid Mawetî ji Rûdawê re ragihand, ew ji ti bûyeran nehatine agahdarkirin.

Her wiha hin medyayên biyanî ragihandin ku du firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê êrîşeke hişyariyê li nêzîkî helîkoptereke ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî tê de bûye kirine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê red kir ku Mazlûm Ebdî di êrîşê de bûye armanc.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên nav Asayîşa Firokexaneya Silêmaniyê wergirtine, êrîş piştî civîneke ewlehiyê ya li Silêmaniyê hatiye kirin ku bi beşdariya şandeke bilind a HSDê pêk hatiye.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Firokexaneya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihandin ku di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û çend berpirsên din ên wê hêzê amade bûne.

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, “Em piştrast dikin ku roja Înê li Silêmaniyê êrîşî karwaneke otomobîlan hat kirin û leşkerên Amerîkî jî di karwanê de hebûn lê hemû tendurist in û niha li ser êrîşê lêkolîn têne kirin.”

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Phil Ventura li ser teqîna li Firokexaneya Silêmaniyê bersiva roja Înê bersiva pirsên Rûdawê da û ragihand, “Em piştrast dikin ku roja Înê li Silêmaniyê li dijî karwaneke otomobîlan êrîş hate kirin û hêzên Amerîkî jî di nava karwanê de hebûn.” Phil Ventura her wiha got, “Em dikarin piştrast bikin ku di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne û niha lêkolîn di derbarê êrîşê de tê kirin.”

Phil Ventura amaje bi wê yekê jî kir ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi tundî li dijî her karekî ku ewlehiya hêzên Amerîkî dixe metirsiyê ye.

Philip Ventura anî ziman, “Ez tekezî li ser wê yekê dikim ku hêzên Amerîkî dê li Iraq û Sûriyê bimînin ji bo piştgiriya hevkarên me yên herêmî di têkbirina bi temamiya DAIŞê de.”

Her wiha Berdevkê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Bucino jî ji rojnamevanan re ragihand, “Di karwanê ku li Silêmaniyê êrîş lê hat kirin de 3 Amerîkî jî hebûn, ti kes birîndar nebûye.”

Roja Înê 7ê Nîsana 2023an wêneyên şewateke li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî Silêmaniyê hatin belavkirin. Rêveberê Ragihandinê ya Firokexaneya Silêmaniyê Dana Mihemed diyar kir ku ew nûçeyên derbarê bombebaran û teqînên li ser firokexaneyê red dikin. Ji aliyê din ve Rêveberê Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê Xalid Mawetî ji Rûdawê re ragihand, ew ji ti bûyeran nehatine agahdarkirin.

Her wiha hin medyayên biyanî ragihandin ku du firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê êrîşeke hişyariyê li nêzîkî helîkoptereke ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî tê de bûye kirine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê red kir ku Mazlûm Ebdî di êrîşê de bûye armanc.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên nav Asayîşa Firokexaneya Silêmaniyê wergirtine, êrîş piştî civîneke ewlehiyê ya li Silêmaniyê hatiye kirin ku bi beşdariya şandeke bilind a HSDê pêk hatiye.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Firokexaneya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihandin ku di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û çend berpirsên din ên wê hêzê amade bûne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:17