Wezareta Derve ya Iraqê: Em dê balyozê Îranê bangî wezaretê bikin

Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf di daxuyaniyeke kurt de got: “Dê bi lezgînî Balyozê Îranê yê li Bexdayê were gazîkirin daku ji ber operasyona bombebarana berdewam nota tund a nerazîbûnê bide wî.”
28.09.2022, Çar - 13:38
Wezareta Derve ya Iraqê: Em dê balyozê Îranê bangî wezaretê bikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ji ber bombebarana Îranê ku bandor li ser Herêma Kurdistanê kiriye, ew dê bi lezgînî balyozê Îranê li Bexdayê bangî wezaretê bikin û nota nerazîbûnê bidin wî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf di daxuyaniyeke kurt de got: “Dê bi lezgînî Balyozê Îranê yê li Bexdayê were gazîkirin daku ji ber operasyona bombebarana berdewam nota tund a nerazîbûnê bide wî.”

Sibe îro Çarşembê 28ê Îlona 2022an Îranê hejmarek binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kirin.

Li gor agahiyan, di êrîşên îro de binke û baregehên Komeleye Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirguwêz a parêzgeha Silêmaniyê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koye ya Hewlêrê, û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) li Şêrawa ya Pirdê li ser rêya Kerkûk-Hewlêrê hatine armanckirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî herî dawî di bultena saet 15:00an a Rûdawê TV de ragihand, di encama êrîşên Îranê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:39:13