Wezareta Navxwe ya Kurdistanê di Hefteya Nehiştina Çekan de daxwazekê ji welatiyan dike

Bi boneya Hefteya Navdewletî ya Nehiştina Çekan, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênima û biryarên wezaretê yên derbarê çekên bêmolet de bin.
24.10.2022, Pts - 12:43
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê di Hefteya Nehiştina Çekan de daxwazekê ji welatiyan dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bang li welatiyan kir, pirsgirêk û nakokiyan bi tundî û çekan çareser nekin û pabendî rênimayên Wezareta Navxwe bibin, bi taybet piştî ku Parlamentoya Herêmê Yasaya Çekan derxist.

Li gorî rayedarekî wezaretê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro Duşemê dest bi helmeteke nû ya ji bo destdanîna li ser çekên bêmolet li seranserê Herêmê dike.

Ev duyem helmet e ku li Herêma Kurdistanê bi serperiştiya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê dike, piştî helmeteke berfireh ku Havîna borî dest pê kiriû û bû sedema kêmkirina rêjeya kuştin û tawanan.

Di destpêka Adara 2022an de Parlamentoya Kurdistanê yasaya çekan li Herêmê pesend kir. Di 21’ê Tîrmeha heman salê de Wezareta Navxwe derbarê kirîn û firotina çekan de rênimayên tund derkirin.

Netewên Yekgirtî rojên 24 – 30ê Cotmehê yên her sale, wek Hefteya Nehîştina Çekan bi nav kiriye, da ku cîhaneke ewletir ava bibe û mirov ji ji tundî û tawanan bêne parastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:07