Wezareta Pêşmerge bang li kompaniyên pispor ên kelûpelên pizîşkî kir
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaznameyek pêşkêşî hemû kompaniyên ku di warê berhemanîn û bazirganiya (îhalat û firotina) kelûpelên pizîşkî de ne, belav kir.
26.07.2022, Sal - 15:01
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaznameyek pêşkêşî hemû kompaniyên ku di warê berhemanîn û bazirganiya (îhalat û firotina) kelûpelên pizîşkî de ne, belav kir.
Rêveberiya Giştî ya Peymanan a Wezareta Pêşmerge bang li hemû kompaniyên ku di warê berhemanîn û bazirganiya (îhalat û firotina) pêdawîstiyên pizîşkî de ne, beşdariyê di îhaleya vekirî ya pirojeyê (vekirina odeya neştergeriyê bo nexweşxaneya Wezareta Pêşmerge) dike.
Her wiha 10 şert û merc ji bo beşdarbûna şîrketan hene, her wiha heqê vexwendinê, heqê îhaleyê û tarîxên wergirtin û vekirina îhaleyan jî hene.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 619 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:27