Wezareta Pêşmerge daxwazên xwe pêşkeşî Qesra Spî kir
Serokê lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê, behsa armanca serdana şandeya Pêşmerge ya ji bo Amerîkayê dike û dibêje ji aliyê Amerîkayê ve piştevanî li Pêşmerge tê kirin.
10.08.2022, Çar - 13:00
Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirûrî: ‘’Hêzên Hevpeyman li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser xetê ne. Iraq di rewşeke xirab de ye, bi taybet li sînorê Sûriye, Tirkiye û Îranê rewşekî binpê kirinê heye. Hêzên Hevpeyman nizanin di vê rewşê de çi bikin. Lê li ser xetin ku rewş ji aliyê ewlehiyê ve têkneçe û piştevaniya herdu hikûmetên herêm û Bexda û Pêşmerge û artêşa Iraqê bikin, ku teror li vê navçeyê creke din pêşnekeve. Naha alîkariya îstixbaratî û çek jî pêwîst bike didin û hewkariya Pêşmerge de jî berdewam dibin.’’
Herwaha got: ‘’Serfermandar û Wezîrê Pêşmerge li Brîtanya û Amerîkayê bûn. Wan soz dane bo hewkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê berdewam bin. Di vê serdana dawî ya Wezareta Pêşmerge ya ji bo Amerîkayê de wan diyar kirin ku ew piştevanê hêza Pêşmerge ne. Şandeya Pêşmerge jî daxwazên xwe ji Amerîkayê re pêşkeş kirine û li saziyekî payebilind a Amerîkayê li gel Şandeya Pêşmerge civiyane û ew rûniştin jî gelek baş û erênî bû.’’
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:58:24