Wezareta Pêşmerge: Divê şer û têkoşîna bi medyayê bi hevre bimeşe

Wezareta Pêşmerge ragihand ku bi şerê ku di sehayê de dimeşe, divê li hemberê dijmin di ser medyayê de jî têkoşîneka baş bê dayîn
01.06.2022, Çar - 06:14
Wezareta Pêşmerge: Divê şer û têkoşîna bi medyayê bi hevre bimeşe
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ragihand ku bi şerê ku di sehayê de dimeşe, divê li hemberê dijmin di ser medyayê de jî têkoşîneka baş bê dayîn

Wezareta Pêşmerge ragihand ku bi tevlîbûna serkonsulê Yûnanistanê yê Hewlêrê Stavros Kyrimis ku hêj nû dest bi wezîfa xwe kiriye û wezareta Pêşmerge civînekî bi navê ‘Di Pêvajoya nûhkirina Potensiyela Amadebaşiya Pêşmerge” lidarxistin.

Di civînê de gelek akademisyenên di asta navdewletî de tevlî bûn û behsa girîngiya stratejiya şerê medyayê û digel wê, behsa girîngiya bikaranîna medya civakî hat kirin û hat gotin ku têkoşîna ku di seha medyayê de bi profesyoneli bê dayîn, wê xizmetê ji têkoşînê re bike.

Di civînê de li ser mijaran danûsitendinên fikrî hatin kirin, ji bilî mijarên medya û leşkerî, behsa terzê bertekê dê çawa be, li serê axaftin hatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:07:16