Wezareta Pêşmerge: Em ligel Tîma Alîkariya Asayîşê ya Konsulxaneya Amerîkayê û Hevpeymanan civiyan

Wezareta Pêşmerge ragihand, ew ligel Berpirsê Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî û Berpirsê Tîma Alîkariya Asayîşê ya li Konsulxaneya Amerîkayê civiyane.
29.03.2023, Çar - 05:38
Wezareta Pêşmerge: Em ligel Tîma Alîkariya Asayîşê ya Konsulxaneya Amerîkayê û Hevpeymanan civiyan
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civînê de tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya Amerîkayê û hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya wan ligel hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hat kirin, bi armanca piştgirîkirina li hewldanên wezaretê di mijara çaksazî û rêkxistina hêzan de.

Di beşeke din a civînê de, pêngavên dema borî ya wezaretê ji bo pêkanîn û destbikarkirina herdu firqeyên 1 û 2 yên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin, ku di dema borî de biryar li ser hatibû dayîn û piraniya karên wê ji aliyê îdarî ve bi dawî hatine. Di heman demê de tekezî li ser cîbicîkirina rêkarên nû yên ji bo serxistina vê mijarê hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:23