Wezareta Pêşmerge: Gelek guhertin li nav wezaretê de hatine kirin û dê bên kirin jî

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragehand, guhertin di gelek postên wezaretê de hatiye kirin û dê hîn jî guhertin bê kirin.
18.07.2022, Pts - 09:13
Wezareta Pêşmerge: Gelek guhertin li nav wezaretê de hatine kirin û dê bên kirin jî
Nuçe Belav bike

Rêveberê ragehandina Wezareta Pêşmerge, Osman Mihemed ji BasNewsê re got, di piraniya postên wezaretê de guhertin hatiye kirin. Guhertina herî berçav di posta serokatiya erkan de hatiye kirin. Li şûna general Cemal Êminkî, general Îsa Uzêr hatiye danîn. Posta sekreteriya giştî jî hatiye guhertin. Li şûna general Cebar Yawer, general Bextiyar Mihemed hatiye danîn û gelek postên din jî hatine guhertin.

Osman Mihemed her wiha got, guhertin di postan de berdewam in û her gava pêwîst bike dê guhertin were kirin.

Li ser xebatên reformê jî wî berpirsê Wezareta Pêşmerge got, gelek pêngav hatine avêtin û xal bi xala pirojeya reformê tê bicîhanîn. Ji xwe serok erkan û sekreterê giştî jî pilanên xwe amade kirine bo berfirehkirina reforman.

Li ser hevgirtina hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge jî Osman Mihemed got, beşek berçav ji wan hêzan derbasî bin sîwana Wezareta Pêşmerge bûne û ew xebat berdewam e.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:24:44