Wezareta Pêşmerge: Hejmarek teqemeniyên DAIŞê hatin jinavbirin

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, hejmarek mayîn û teqemeniyên DAIŞê ku dest bi ser wan de hatine girtin, hatin jinavbirin.
15.06.2023, Per - 05:55
Wezareta Pêşmerge: Hejmarek teqemeniyên DAIŞê hatin jinavbirin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di encama lêgerîn û pişkinînan de, karîne dest bi ser çendîn çek û teqemenî û kelûpelên DAIŞê bigrin.

Wezareta Pêşmerge herwiha destnîşan kiriye, îro 14ê Hezîrana 2023an li nahiya Newcul, Lîwaya 16 ya Piyade, bi hevkariya tîma endezyarî ya Fermandariya Hêzên Piştevaniyê ya Du, hejmarek bombe û gulleyên hawin jinav birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 446 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:46:19