Wezareta Pêşmergeyan li ser êrişa li Hewlêrê daxuyanî da

Hezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê, êrişa li Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir.
01.01.2024, Pts - 11:33
Wezareta Pêşmergeyan li ser êrişa li Hewlêrê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

30ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Pîrmama Hewlêrê bi dronan êrişî Pêşmergeyan hatibû kirin.

“Dê mafê me yê bersiveke pêwîst û guncaw hebe”

Hezareta Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe de got:

“Wekî her demê ji bo parastina ax û gelê me dê mafê me yê bersiveke pêwîst û guncaw hebe.”

Hezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn, “Aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê garantiya aramî û ewlehiya Îraq û hemû herêmê ye.”

Hezareta Pêşmergeyan ji bo rawestandina van êrişan bangî Îraq, Hevpeymaniya Navneteweyî û “dostên xwe” kir û diyar kir ku “Ev êriş li Îraq û herêmê dibin sedema belavbûna bêserûberiyê.”

Daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan wiha berdewam kir:

“Em radigihînin ku bikirên vî karî terorîstî di dema herî zû werin peydakirin û bigihin cezayê xwe yê yasayî.

Em dubare dikin, wekî her demê ji bo parastina ax û gelê me dê mafê bersiveke pêwîst û guncaw ê Pêşmergeyên Kurdistanê hebe.”

Çi bûbû?

Şeva şemiyê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê saet 23:45an 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û Hikûmeta Îraqê bi awayekî tund rexne kiribû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ev êriş şermezar kir û got, “Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê dê tenê xisarê bidin aştî û aramiya Îraqê û dê rewşê aloztir bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî êrişa li hêzên Pêşmergeyan şermezar kir û got, “Pêwîst e Hikûmeta Îraqê li hemberî êrişê helwesteke rasteqîn nîşan bide.”

Herî dawî Wezareta Karên Derve ya Fransayê ev êriş şermezar kir û da zanîn, “Divê êrişkar werin girtin û darizandin.”

Piştî ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir grûpa ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:12:48