Wezareta Rewşenbîriyê bersiva rêzefîlma Tirkî da: Dijmintiya Kurd û Kurdistanê ye

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê li ser rêzefîlma "Yalniz Kurt (Gurê Bitenê)" a kanala ATVê ku heqaret li Herêma Kurdistanê û Kurdan kiribû ragihand, “dijmintiya Kurd û Kurdistanê hatiye kirin.”
08.06.2022, Çar - 14:33
Wezareta Rewşenbîriyê bersiva rêzefîlma Tirkî da: Dijmintiya Kurd û Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan derbarê rêzefîlma "Yalniz Kurt (Gurê Bitenê)" ku li ser kanala ATV ya Turkuvaz Medya ya nêzikî Hikûmeta Tirkiyê ku qaşo dadgeheke Herêma Kurdistanê nîşan dide, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de amaje pê hat kirin ku rêzefîlm behsa guhertinên li herêmê, rola Amerîka û şerê navbera Tirkiyê û PKKê dike û hat gotin, “Lê belê di hinek beşan de bi hesteke dijminane behsa Kurdan û Herêma Kurdistanê tê kirin. Têkoşîna li dijî terora DAIŞê jî di nav de hemû rastî tên berovajîkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Di beşa rêzefîlmê de, darizandina welatiyekî Tirkiyê li dadgehên Herêma Kurdistanê tê nîşandan. Li dadgeha ku Ala Kurdistanê û wêneyê Serok Mesûd Barzanî hatiye daliqandin, heqaret li destkeftî û nirxên gelê Kurd tê kirin. Tê gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne rewa ye û erdnîgariyeke bi navê Kurdistanê tune ye, Mûsil û Kerkûk du bajarên Tirkmenan e û yek ji mezintirîn kolanên Hewlêrê jî navê wê Muzaffer Gokoru ye, ev jî tê wê wateyê ku Hewlêr jî bajarekî Tirkmenan e.

Herêma Kurdistanê xwedî statuyeke ku di Destûra Iraqê de hatiye diyarkirin e û xaka ku pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî bi hev re dijîn e. Li Herêma Kurdistanê konsulxaneya Tirkiyê heye û bi sedan kompanyayên welatiyên Tirkiyê jî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Berjewendiyên wekhev û hevbeş in ku li Herêma Kurdistanê Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û hemû pêkhateyên din ên etnîkî û olî li hev dikin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku rêzefîlm hemû rastiyan berovajî dike, heqaret û ziyanê digihîne gelê Kurd û Herêma Kurdistanê û wiha hat gotin, "Li şûna aştî, jiyana hevpar û hevdu qebûlkirinê peyameke dûrî nirxên hunerê tê dayîn."

Di daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Tirkiyê hate kirin ku pêşî li van kampanyayên qirêj bigire û hate gotin, “Ligel ku em ji dil bawer dikin ku divê her kes rêzê li cûdahiyan bigire û wek du cîranan bi hev re bijîn, em hêvîdar in ku Hikûmeta Tirkiyê dawî li kampanyayên xapandinê yên hin kesên nefret û nijadperest bîne ku têkiliyên di navbera gelan de xirab bike.

Em dizanin ku ev rêzefîlm û rêzefîlmên bi vî rengî beriya ku hatine çêkirin ji bo têrkirina çînek teng-hiş hatine çêkirin. Em dizanin ku berhemên wiha tenê zirarê didin têkiliyên cîrantiyê, berjewendî û nirxên hevpar û prensîbên têkiliyên însanî û navneteweyî yên di navbera gelan de."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em nerazîbûna xwe li dijî tîma rêzefîlm û ATVyê ku heqaret û tovên şovenîzmê diçînin re radigihînin."

Her wiha gelek aliyên siyasî û hunermendan nerazîbûna xwe ya li dijî rêzefîlma "Yalniz Kurt (Gurê Bitenê)" a kanala ATVê ku heqaretê li Herêma Kurdistanê û Kurdan dike anîn ziman.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 666 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:31:45