Wezareta Tendirustiyê li ser pêla tozbarînê hişyarî da

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê;ji welatiyan daxwaz kir, derî û pencereyên xwe bigirin û eger ji bo karekî pir hewce nebe, dernekevin derve.
23.05.2022, Pts - 08:13
Wezareta Tendirustiyê li ser pêla tozbarînê hişyarî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê li ser pêla tozbarîna ya ji sibeha îro ve destpê kiriye hişyariyê da û ji welatiyan daxwaz kir, derî û pencereyên xwe bigirin û eger ji bo karekî pir hewce nebe, dernekevin derve.

Li Herêma Kurdistanê ji sibeha îro Duşemê 23ê Gulana 2022an ve, pêleke dijwar a tozbarînê destpê kiriye. Bi taybet pêla tozbarînê li Hewlêr û hejmarek qezayên ser bi parêzgeha Silêmaniyê yên wek Kelar û Kifrî gelekî dijwar e û mesafeya dîtinê pir kêm bûye.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê di derbarê pêla nû ya tozbarînê de hişyarî da welatiyan û daxwaz kir: “Eger ji bo karekî pir pêwîst nebe ji mal dernekevin.”

Herwiha di daxuyaniyê de Wezaretê eşkere kiriye, di egera her “rewşeke nexwestî” de têkilî bi hêla germ a hejmar 122 bikin.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di derbarê awayê serederîkirina ligel ajelên kedî di dema tozbarînê de jî daye zanîn: “Pêwîst e hemwelatî pir nêzîkî ajelên kedî yên wek kûçik û pisîkan nebin û serederiyê ligel wan nekin, çimku toz ligel ferûya ajelan wê pirsgirêkên tendirustiyê ji bo welatiyan derxe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:46