Wezîra Dadê ya Holandayî gihîşt Herêma Kurdistanê

Hat ragihandin ku Wezîra Dadê ya Holandayê ya Kurd, Dîlan Yeşilgoz bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û dê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re civînan pêkbiîne.
18.05.2022, Çar - 10:58
Wezîra Dadê ya Holandayî gihîşt Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Wezîra Kurd a Hikûmeta Holandayê li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi germî hat pêşwazîkirin û jê re bera sor hat raxistin.

Hat eşkerekirin ku wê serdana xwe de Wezîra Dadê ya Holandayê, Dîlan Yeşilgoz dê li gel rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.

Herwiha biryar e, Dîlan Yeşilgoz serdana Kela Hewlêrê ya dîrokî bike û li wê derê gotarekê jî pêşkêş bike.

Her wiha hat ragihandin ku tê zanînm wê wezîra Kurd a hikûmeta Holandayê dê li Hewlêrê kar li ser komkuijiyên di derheqê Kurdên Êzdî de jî bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 978 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:24