Wezîra Derve ya Swêdê: Em nîgeraniyên revenda Kurdistanî bi cidî werdigrin

Ann Linde pêşwazî li Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swêdê Şoriş Qadir Rehîm kir.
02.07.2022, Cts - 06:55
Wezîra Derve ya Swêdê: Em nîgeraniyên revenda Kurdistanî bi cidî werdigrin
Nuçe Belav bike

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde roja 1ê Tîrmeha 2022yan pêşwazî li Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swêdê Şoriş Qadir Rehîm kir.

Di hevdîtinê de rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwendiya navbera Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Swêdê û Wezareta Derve ya Swêdê hat gotûbêjkirin.

Herwiha li ser revenda Kurdî ya li Swêdê û geşedanên siyasî ku li Swêdê derketin holê, gotûbêj hat kirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swêdê nîgeraniya revenda Kurdistanî gihande Wezareta Derve ya Swêdê ji ber weşanên medyayê yên derbarê endambûna Swêdê di NATOyê de.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku girîng e Hikûmeta Swêdê rûbirûyî van pirsyaran bibe û daxuyaniyekê pêwîst pêşkêşî revenda Kurdistanî ya li Swêdê bike.

Di civînê de Wezîra Derve ya Swêdê tekez kiriye ku Hikûmeta Swêdê nîgeraniyên revenda Kurdistanî bi cidî werdigre, di heman demê de Hikûmeta Swêdê alîkarîkirina pirsa Kurd berdewam dibe, bi rêya pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê û pêwendiyên din ên siyasî, piştevaniya pêşveçûna demokrasiyê li Rojhilata Navîn dikin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:26:27