Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî: Di sê salan de 3 sayloyên mezin û 19 enbar hatin dirustkirin

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim ragihand, wezareta wî di nava 3 salan ji avakirina Kabîneya Nehem a de, sê sayloyên mezin û 19 embar çêkirine ku ew dibe bingeheke stratejîk ji bo misogerkirina ewlehiya xwarekê.
21.07.2022, Per - 08:30
Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî: Di sê salan de 3 sayloyên mezin û 19 enbar hatin dirustkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Bazirganiyê projeyên ku ji aliyê Wezareta wî ve hatine kirin, pêşkêş kir, ji wan:

Cibicîkirina naveroka yasaya çaksaziyê, avakirina komîteyeke çaksaziyê û pêdaçûna di dosyayên hemû karmendên wezaretê de ku hejmara wan (3066) karmend bûn. Karmendên ku pirsgirêkên wan hebûne (274) bûn û cudahiya mûçeyê giştî di van dosyayan de nêzîkî 40 milyon Dînar bû. Vekirina hesabên bankê ji bo hemû karmendên Wezaretê. Bi hevahengiya li gel bazirgan û odeyên bazirganiyê di dema karantînayê de, me nêzî 20 hezar ton madeyên xwarinê yên bingehîn anîn û li 200 hezar malbatên hejar belav kirin û me rê li ber zêdekirina nirxê xwarinê di wê heyamê de girt. Avakirina encûmenek ji bo pêşbirkî û li dijî yekdestdariyê. Rêxistinkirina xerc û dahatan, dahatên wezareta me jı sedî 50 zêde bû û xerciyên me sedî 20 kêm bû. Danîna pêwendî û hevahengî ligel Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Federalî û çareserkirina gelek pirsgirêkan di navbera me de. Yekkirina hemû proseyên îdarî li hemû saziyên wezaretê li her sê parêzgehan ku berê bi rê û mekanîzmayên cuda kar dikirin. Di vê kabîneya hikûmetê de (2659) kompanyayên navxwe û (87) kompanyayên biyanî hatine tomarkirin, (553) molet ji bo kargehên sektora taybet hatine dayîn, (26701) pişkinîn li ser berhemên kargehan hatin kirin, (1529) markayên bazirganî ji bo kompaniyên navxwe û (861) ji bo şirketên biyanî hatine derxistin. Tevahiya van xebatan zêdetir ji 20 hezar derfetên kar ji bo ciwan û xelkê Herêma Kurdistanê peyda kirine. Zêdetirî (200) hezar ton çîmento bi buhayên guncav ji bo geşepêdana avadaniyê ji welatiyan re hat dabînkirin. Sê saylo bi şiyana (40) hezar ton û (19) komgeh bi zêdetirî (58) milyar Dînar hatin avakirin, ku ew bingehek stratîjîk e ji bo dabînkirina asayişa xwarekê. Me gelek projeyên girîng û stratejîk amade kirine, ku razemendî ji aliyê Encûmena Wezîran ve li ser wan hatiye dayîn û budce ji wan re hatiye veqetandin, wek: Çêkirina sayloya Helebce û (10) komgehan bi bihayê (26) milyar Dînar. Çêkirina rêya sayloya Ranya û Piramagrûn. Her wiha me erêkirina Encûmena Wezîran stend ku gumrik li ser madeyên xwarinê yên bingehîn were rakirin da ku nirxê xwarekan zêde nebe û bi vî awayî nirxê madeyên xwarinê li bazarê were kontrolkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:08