Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin li Bexdayê ye û serdana Herêma Kurdistanê jî dike.
07.03.2023, Sal - 08:01
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin serdana Bexda û Hewlêrê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin yekem diçe Bexdayê û piştre serdana Hewlêrê dike. Di serdana xwe ya bo Hewlêrê de Austin ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive. Ew dê pirsên emnî û rewşa navçeyê gotûbêj bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka, geşteke yek heftî bo welatên Rojhilata Navîn destpê kiriye. Berê ragihandibû ew serdan bo piştrastkirina hevpeymanên Amerîka ye ku li navçeyê venakişe.

Pentagon dibêje, armanca wan ew e welatên Rojhilata Navîn ji wê yekê piştrast bikin ku tevî bala Amerîkayê li ser Rûsya û Çînê ye jî, lê Washington Rojhilata Navîn ji bîr nekiriye û li navçeyê dimîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî got: “Me çendîn car gotiye, me hevpeymanên xwe piştrast kirine ku em dê bo alîkarîkirinê demek dirêj li vir bimînin. Ev der navçeyek girîng e, ne tenê bo me, bo hemû cîhanê.”

Nêzîkî 2,500 serbazên Amerîkayê bo şêwir û rahênana Pêşmerge û hêzên Iraqê, li Iraq û Herêma Kurdistanê mane û di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, ji sala 2014an ve milyarek û 600 milyon dolar bo rahênana Pêşmerge û hêzên Iraqê xerc kiriye.

Herwiha 2 milyar û 200 milyon dolar jî bo başkirina rewşa mirovî daye Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Bo Karûbarê Îran û Iraqê Jennifer Gavito jî got: “Amerîka bi temamî pêbendê aştî, aramî û xweşguzeraniya navçeyê ye û girîngiyê dide hevbeşên me yên stratejîk ên li hemû welatên Rojhilata Navîn. Wate berjewendiya me di serkeftina navçeyê de ye. Iraq jî navenda nerîna Serok Biden a bo navçeyê ye.”

Austin ku ji Îlona 2010ê heta Kanûna 2011ê fermandarê Hêzên Amerîkayê yên li Iraqê bû, pişt re di serdema îdareya duyem a Barack Obama de Fermandarê Fermandariya Navendî ya hêzên wî welatî bû, di yekem serdana xwe de wek wezîrê berevaniyê li kêleka civînên ligel berpirsên Bexda û Hewlêrê, serdana hêzên welatê xwe jî dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:20