Wezîrê Darayî yê Kurdistanê: Berî cejnê em dê mûçeyan bidin

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew dê berî cejnê mûçeyên fermanberên hikûmerê bidin.
27.05.2019, Pts - 08:37
Wezîrê Darayî yê Kurdistanê: Berî cejnê em dê mûçeyan bidin
Nuçe Belav bike

Rêbaz Heman derbarê dabeşkirina mûçeyên ku ji Bexdayê ve bo Herêma Kurdistanê hatine şandin, îro li Hewlêrê daxuyaniyek da û ragihand: “Berî cejnê em dest bi dabeşkirina mûçeyan dikin. Lê belê heya niha ji Bexdayê ve ti pere ji me re nehatiye, ku em bikarin hemû mûçeyan bidin. Lê belê bi wê pereyê kêm ku li ber destê me ye, berî cejnê em dê dest bi dayîna mûçeyan bikin.”

Hemlan da xuyakirin: “Beşa ku em pê re negihîştin jî, em dê paşî cejnê dabeş bikin. Heya niha ji Bexdayê ve ti pereyek ji me re nehatiye ku em bikarin hemû mûçeyan bidin. Lê belê bi wê pereyê ku niha li ber destê me ye, em dê berî cejnê mûçeyan bidin.”

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Hemû mehan di 5 an jî 6 mehê de em dest bi dayîna mûçeyan dikin û di 23ê mehê de dawî lê aniye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 901 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:03