Wezîrê Navxwe: PKK sedema nearamiya navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ye

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Hewlêr û Bexda li ser bidawîkirina nearamiya navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li hev kirine.
13.07.2024, Cts - 17:27
Wezîrê Navxwe: PKK sedema nearamiya navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 13ê Tîrmehê derbarê serdana dawî ya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî bo Hewlêrê û aloziyên di navbera artêşa Tirkiyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li navçeyên sînorî, bersiva pirsên peyamnêrê  Kurdistan24ê dan.

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim El-Aracî roja 11ê Tîrmehê li Hewlêrê ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û derbarê zêdebûna aloziyan li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û çend mijarên din gotûbêj kirin.

Rêber Ehmed li ser naveroka hevdîtina Mesrûr Barzanî û Qasim El-Aracî got, “Civîna baş û berhemdar bû. Herduyan li hev kir ku divê nearamiya ku li ser sînoran heye, bi dawî bibe. Herwiha biryar hat dayîn ku em sedemên nearamiyê bikolin, ne encaman.”

Li gorî Wezîrê Navxwe, sedema nearamiya navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, hebûna PKKê ye û pêwîstî bi wê yekê heye, ku divê li Iraqê siyaseteke niştimanî ya yekgirtî bigire. Da ku her kes di bin sîwana vê siyaseta giştî û niştimanî de, bi vê pirsê re mijûl bibe û derbarê vê mijarê de çend nêrînên cuda çênabin.”

Rêber Ehmed got jî: “Hebûna PKKê hincetan zêdetir dide Tirkiyeyê ku zêdetir baregehên leşkerî li Herêma Kurdistanê bi cih bike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:22