Wezîrê Tenduristiyê: Rêjeya mirina bi koronayê gihiştiye sifirê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, rêjeya mirina ji ber vîrûsa koronayê (COVID-19) li Herêma Kurdistanê gihîştiye sifirê.
02.06.2022, Per - 06:06
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî ji BasNewsê re got: “Zêdetirî mehekê ye li Herêma Kurdistanê ti mirinek nehatiye tomarkirin û rêjeya mirinan gihiştiye sifirê.”
Herwaha Dr. Saman Berzincî got: ‘’Herêma Kurdistanê di şerê dijî vîrusa koronayê de mînakeke serkeftî bû û piştevanî û xemsariya Serokwezîr û hemahengiya aliyên peywendîdar faktora sereke ya serkeftina li hember wê nexweşiyê bû.’’
Dr. Saman Berzincî destxweşî li karmendên tendirustiyê jî kir û got: “Em bijîjk û xebatkarên tenduristiyê yên ku bi îradeya xwe û bi ruhê fedayî li eniya herî pêş a têkoşînê bûn, pîroz dikin.
Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:01:00